Serokwezîr ligel şandeke Aşûriyan civiya
Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta vekirina kilîseya nû ya Aşûriyan ya li Soranê pîrozbayî pêşkêşî şanda mêwan kir û hêviya serkeftinê bo kom bûna kilîseyan xwest û ragihand ku Kurdistan bi çanda xwe ya bihevre jiyanê serfiraze û hewl dide kemaniyên heyî yên di vê warî de çareser bike.
Di berdewamiya civîna han de şanda mêwan jî spasiya Serokwezîr û hikûmeta Kurdistanê kir ku kar asanî û hemahengî li gel wan bo cîhbicîh kirina kar û çalakiyên wan kiriye. Herwiha jiber vehewandina hijmareke zêde ji koçber û penaberan jî şanda mêwan spasiya gelê Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê kir.
