• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sûriyê li dijî serdana şandeke Fransî bo Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da

Sûriyê li dijî serdana şandeke Fransî bo Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da

Wezareta Derve ya Sûriyê serdana şandeke Fransî bo Rojavayê Kurdistanê wek “nerewa û binpêkirin” binav kir û Fransa bi wê yekê tohmetbar kir ku piştgiriya “cudaxwazan” dike û “dijmintiya Sûriyê” dike.

Wezareta Derve ya Sûriyê, serdana şandeke Fransî bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê protesto kir û ragihand ku ew serdan derbasbûneke nerewa ye bo nav xaka Sûriyê û herwiha binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Li gor daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Sûriyê desthilata Rêveberiya Xweser û hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê weke rêxistinên cudakar bi nav dike û Fransatê tohmetbar dike ku piştgiriya wan aliyan dike û dijminatiya Sûriyê dike.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hatiye gotin: “Hevdîtina şanda Fransî ligel rêxistinên cudakar binpêkirinek e ji serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê re û rola têkder û dijminane ya Fransayê derbarê Sûriyê de nîşan dide, herwiha hevbeşiya wê di dijîtiya li hember Sûriyê de, û piştgiriya Fransayê ji grûpên terorî û cudakar re diyar dike.”

Wezareta Derve ya Sûriyê daxwazê ji Civaka Navdewletî dike, ku van reftarên hikûmeta Fransayê şermezar bike û daxwazê lê bike ku ji bo yasayên navdewletî rêzê nîşan bide.

 

 

Rudaw

Top