Rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê hate daxistin
Di çarçoveya biryara qedexe kirina hatûçûyê ya li Kerkûkê, duhê bi şev rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê hate daxistin.
Rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê seat 9ê şevê hate daxistin û seat 6ê sibê hate vekirin.
Hêzên ewlekarî yên li Kerkûkê jiber rewşa ewlekarî, duhê bi şev heta sibê (yanê îro) qedexeya hatûçû li Kerkûkê ragihandibûn.
