• Saturday, 14 February 2026
logo

Li ser karên çar salên bê yên Serokê Herêma Kurdistanê panelek birêve diçe

Li ser karên çar salên bê yên Serokê Herêma Kurdistanê panelek birêve diçe
Li Hewlêrê bi beşdariya çend kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û mamosteyên zanîngehan panelek birêve diçe û têde behsa karên çar salên bê yên Serokê Herêma Kurdistanê tê kirin.



Panel îro yekşemê li Hotel Rotana ya Hewlêrê di demjimêr 10:00ê de dest pê kir.



Lêkolînerê ji Erebistana Siûdî Mihemed Eskerî, mamosteyê zanîngeheke Tirkiyê Tunç Taşdemir, siyasetêmedarê Iraqî Nedîm El Cabirî, Berpirsê Navenda Rewşenbîrî ya Fransayê Paul Leandri, siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî, Serokê Enstîtuya Lêkolîn û Geşependanê yê ji Başûrê Kurdistanê Sero Qadir beşdar dibin.



Panel li ser TV û Facebooka Tora Medyayî ya Rûdawê bi zindî tê weşandin.



Beşdarên panelê:



Dr. Nedîm El-Cabirî



Nedîm Îsa Xelef Dexîl El-Cabirî

1959 Li Bexdayê ji dayîk bûye

Cîgirê Ragirê Koleja Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê bû

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Filistînî bû

Rêveberê Kargêrî yê Rojnameya Nûr bû

Endamê Komeleya Zanistên Siyasî ya Iraq û Welatên Erebî ye

Damezrênerê Rêxistina Huda bû

Rola wî di damezrandina Partiya Fezîle ya Îslamî de hebû

Cîgirê Serokê Encûmena Niştimanî bû

Di gera yekem a Parlamentoya Iraqê de parlamenter bû

2014 Serokê Pêkhateya Fezîle bû li nav Hevpeymaniya Iraqê

Xwediyê 7 kitêb û 20 lêkolînên siyasî ye

Çendîn gotar di rojname û govaran de belav kirine



Paul Leandri



4 Îlona 1961ê ji dayîk bûye

1976 – 1977 Li Koleja Serbazî ya Aix-en-Provence xwendiye

1999-2001 Cîgirê Rêveberê Rewşenbîrî yê Ajaccio bûye

Niha Rêveberê Peymangeha Fransî li Hewlêrê ye



Sero Qadir



Nivîskar û Rojnamevan

1960 Li bajarê Ranye ji dayîk bûye

1981 1991 Kadroyê Partiya Komunîst a Iraqê bû

1993 Bûye PDK

1994 Bûye berpirsê Dezgeha Gulan

2004 2012 Berpirsê Ofîsa Ragihandina PDKê bû

Serokê Enstîtûya Lêkolîn û Geşepêdanê ye



Tunç Taşdemîr



Li Bursayê ji dayîk bûye

Sala 2001ê Koleja Perwerdeyê li Zanîngeha Uludag temam kiriye

Pisporê karûbarê Iraqê ye

Hejmarek lêkolînên wî derbarê Iraqê de hene


Mihemed Emîn Pêncwênî



Siyasetmedar

1944 Li Pêncwên ji dayîk bûye

Bekaloryos di edebiyata Kurdî de wergirtiye

Endamê damezrêner ê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ye

Serokê Enstîtûya Kurdî ya Berlînê ye

Rudaw
Top