Gazprom asta berhemanîna petrola Serqala bilind dike
Gazprom ragihand ku wan di sala 2011ê de dest bi berhemanîna petrolê kiriye û heya niha derdora 2 milyon ton petrol berhem anîne û di sala 2015 dest bi veguhestina petrola xav li heman zeviyê kirine.
Kompaniya Gazprom diyar ku ew asta berhemanîna petrolê li kêlgeha Serqala ku bi xwe bi kêlgeha Germiyan naskirî ye, zêde kir bo rêjeyeke gelek bilind.
Di meha derbasbûyî de hejmara 2 ji bîrên kêlgehên Serqala dest bi berhemanîna petrolê kir û herwiha plana kompaniyê heye ku hejmar 3 jî amade bike û asta berhemanîna rojane bo 35 hezar bermîl, zêde bike ku bîra hejmar 3 ji kêlgeha serqala dikare rojane 12 hezar bermîl petrol berhem bide.
Rêvebirê Cibicîkar yê Kompaniya Gazprom li Rojhilata Navîn Sergey Petrov ragihand ku, berhemanîna 2 milyon ton li navçeya Serqala desteftiyeke girîng e ji bo pêşxistina ew kêlgeha giranbiha, herwiha got ku di heyama 4 salên kar de, ew kêlgeh bûye sedema damezrandina jêrxaneyeke nûjen û pêşketî.
Mebesta Sergey Petrov ku li danîna jêrxaneyê li kêlgeha Serqala, dikarin wêstgehên bo embarkirina petrolê dirust bikin ku karibe 17 hezar bermîl embar bike, Gazprom herwiha wêsteghên barkirinê nûjen dike û hebûna jêrxaneyê û nûjenkirina wêstgehan dibe sedema bilindkirina asta petrolê li heman kêlgehê.
Gazprom îsal plan danîbû, bi mebesta bilindkirina asta berhemanînê, xaleke avê damezrandiye û dikare rojane 5 hezar bermîl av bo bîrên petrolê veguhêze.
Her yek ji kompaniyên Gazprom û wêsterên Zagros, xwedanên %40 ji pişkên kêlgeha Serqala û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwedanê %20 ji pişkên kêlgeha Serqala ne.
Rudaw
