Wezîrê Perwerdê: Kabîneya nehem zêdetirî 5 hezar mamostayên girebestî daîmî kirine
Wezîrê Perwerdêyê Dr. Alan Heme Seîd ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 5 hezar mamostayên bi peyman daîmî kirine.
Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd ji BasNewsê re got, xelk wisa difikirin ku kabîneya nehê ti danemezirandiye û kar nedya ti kesî, lê di rastiyê de ne wisa ye, ji ber ku di kabîneya nehê de hejmareke zêde ya welatiyan di Wezareta Perwerdê de kar kirine. ''
Herwiha. Dr. Alan Seîd dibêje: "Di kabîneya nû de 5 hezar û 880 mamosteyên bi peyman bi awayekî daîmî hatin wezîfedarkirin."
Di berdewamiyê jî de Dr. Alan Seîd got: "Ew karmendên ku bi salane bi girêbestê re mijûl bûne, pêwîstî bi biryar û erêkirina encûmena xizmetguzarî û wezareta darayî heye ku bibin fermî."
