• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di dîroka Iraqê de yekem car kargehek ku maddeyê hişber ê metirsîdar çêdike hat dîtin

Di dîroka Iraqê de yekem car kargehek ku maddeyê hişber ê metirsîdar çêdike hat dîtin

Ji bo cara yekê di dîroka Iraqê de, hêzên ewlehiyê li devereke li ser sînorê Iraq û Siûdiyê kargeheke madeyên hişber kaptagonê çêdikirin dîtin û ew kargeh desteser kirin.

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên madeyên hişber roja îniyê ragihand ku wê toreke navdewletî ya bazirganiya madeyên hişber pûç kiriye û sê endamên wê girtin û dest danîn ser du milyon hebên kaptagonê li parêzgeha Musena.

Iraq, li ser sînorên Sûriye, Erebistana Siûdî û Kuweytê, wekî rêyek ji bo qaçaxkirina hebên bi taybetî û madeyên hişber bi giştî tê hesibandin, lê di van salên dawî de bikaranîna wan maddeyan jî gelek zêde bûye.

Hebên kaptagon dermanekî tirsnak û metirsîdar e. Lê duristkirina wê hêsan e.

 

Basnews

Top