• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Tirkiyê destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê bûye rojev

Li Tirkiyê destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê bûye rojev
Piştî ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê bi fermî qedexeya li ser hevdîtinên Abdullah Ocalan yên bi parêzeran re rakir, di nav siyaset, civak û ragihandina Tirkiyê de behsa destpêkirina proseyeke nû ya aştiyê zêdetir bûye. Aliyê hikûmetê behsa proseyeke nû nake, oposizyon jî hemû geşedanên dawî weke bertîla AK Partiyê dibîne ji bo ku di hilbijartinên Stenbolê de biser bikeve.



Daxuyaniyên dawî yên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê ku dibêje êdî qedexe li ser hevdîtinên parêzêrên Ocalan nemaye û ew dikarin biçin greva îmraliyê karvedanên mezin bi xwe re anîne.



Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul diyar kiribû: “Berê biryara qedexeyê hebû, niha ev qedexe hate rakirin, qedexeya hevdîtinan rabû û êdî dikare hevdîtinan bike. Ji ber ku qedexe rabûn, parêzerên wî dikarin bi şêweyekî hiqûqî hevdîtinan pê re bikin.”



Ofîsa parêzêren Ocalanî dixwazin biryar bikeve warê pratîkê jî, di kulîsên siyasetê û ragehendinê de jî behsa proseyeke nû ya çareseriyê zêdetir tê kirin.



Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kubîlay Gunay ji Rûdawê re diyar kir: “Bi rastî jî em tiştekî di vê derbarê de nizanin. Em nizanin ka li Îmraliyê danûstandinek heye yan na . Lê dema em li daxuyaniyên fermî dibînin em bawer dikin ku ti muzakere û danûstandin nîne.”



Hikûmetê heta niha bi fermî behsa destpêkirina poseyekê nekiriye û bêdengiya li ser mijarê jî berdewam e. Li aliyê din ve jî tê gotin ku hilbijartinên Stenbolê ku biryar e 23ê Hezîranê werin encamdan, bûne sedema dirustbûna keşûhewayekî nû.



Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Abdullatif Şener ji Rûdawê re eşkere kir: “Heta ku tifaqa MHP û AK Partiyê hebe ez bawer nakim ku pêngav ji bo proseyeke nû werin avêtin. Ez ne bawer im ku beriya hilbijartinan ti guhertinên bingehîn û esasî jî pêk werin.”



Hevdem digel daxuyaniya wezîrê dadê di nav ragihandina Tirkiyê de jî dema behsa mijara Abdullah Ocalan, HDP û PKKê tê kirin zimanekî nerimtir tê bikaranîn û hinek kesayetên nêzîkî AK Partiyê jî êdî dema behsa Ocalan dikin dibêjin "Birêz Ocalan".

Rudaw
Top