• Saturday, 14 February 2026
logo

DAIŞê gundek bi temamî şewitand!

DAIŞê gundek bi temamî şewitand!
Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê gundekî sînorê Nînowa bi temamî şewitandin.

Çapemeniya Iraqê belav kir, şeva borî 17.05.2019ê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê avêtine ser gundê Îbrahîmiye ya navçeya Ekwar a aliyê rastê bajarê Mûsilê û piştre jî gund bi temamî şewitandine.

Gundê ku hatiye şewitandin, demeke tevgera çekdarên DAIŞê lê zêde bûye û nêzîke li navçeya Tel Ruman ku çend roj berî naha çekdarên DAIŞê êrîşê malbatekî kiribûn û 7 kes ango hemû endamên wê malbatê kuştibûn

Basnews
Top