• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sîstanî helwesta xwe li hember çûna Patriyarkê Dêra Kildanî ji Bexdayê aşkere kir

Sîstanî helwesta xwe li hember çûna Patriyarkê Dêra Kildanî ji Bexdayê aşkere kir

Jêderekî ji ofîsa Lêvegera Bilind a Olî Seyîd Elî El-Sîstanî hêvî xwest ku şert û mercên guncaw ji bo vegerandina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako bo Bexdayê peyda bibin.

Jêderekî nêzîkî ofîsa El-Sîstanî di daxuyaniyekê de ragihand: “Berpirsekî ofîsê pêwendiya bi Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako kir û mixabiniya xwe li hember wê awayê ku ligel wî hatiye kirin, nîşan da, ku ev yek li dijî pêgeha wî ya olî û neteweyî ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Wî jêderç hêviya xwe ji wî re anî ziman ku di zûtirîn dem de şert û mercên guncaw ji bo vegera wî bo baregeha xwe ya li Bexdayê peyda bibin.”

Ev yek piştî wê tê, Patrîkê Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako duhî biryar da ku ji Bexdayê vekişe û desthilatên xwe veguhêzîne Herêma Kurdistanê.

Çend roj berê Serokê Komarê Iraqê Letîf Reşîd biryara paşvekişandina biryarnameya Komarî ya ku Kardînal Luis Sako wek Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê destnîşan kiribû derxistibû.

 

Basnews

Top