Serokwezîr: Em dixwazin me baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra hebin
Di civînê da ku, Fuad Mamdend Hemed Konsulê Fexriyê Belarûsyayê li Îraqê amade bû, Saffing pesina rola Herêma Kurdistanê da û got ku welatê wî dixwaze têkeliyên xwe, di hemû waran da, bi Îraq û Herêma Kurdistanê ra pêşde bibe.
Her du aliyan tekîd li ser pêşxistina têkelyên di warê saxlemî, tûrîzm, perwerde û fêrkirina pîşeyî da kir û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmî û navdewletî nirxand.
Serokwezîr Barzanî got ku li Herêma Kurdistanê ji bona hatina şirket û kompaniyên biyanî ku di warên cuda da sermayegozariyê bikin jîngehek minasib heye. Barzanî ji şandeya Belarûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan bi Bexdayêra bi rêya diyalogê û li gor destûrê çareser bike û baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra li ser bingeha dostanî, aşitî û hevahengiyê hebe.
