Li Rihayê polîsekî Tirk hate kuştin
Di derbarê mijarê de, Parêzgeriya Rihayê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, derengê şeva bûrî demjimêr 2an de di çarçoveya operasyonên li dijî PKKyê de li bajarokê Xelfetiyê taxa Dergiliyê şerekî tund derket.
Parêzgeriya Rihayê da zanîn, di encama wî şerî de polîsekî pilebilind hat kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya Parêzgeriya Rihayê, 2 endamên PKKê jî hatine kuştin, lê ji aliyê PKKê ve heta niha li ser vê bûyerê çi daxuyanî nehatiye dayîn.
