• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mamostayekî Zanîngeha Helebce: Em hemû baş dizanin li Helebce kê serdest, pare bi dest û biryar bi dest e

Mamostayekî Zanîngeha Helebce: Em hemû baş dizanin li Helebce kê serdest, pare bi dest û biryar bi dest e

Ji bo veşartina şikesta birêvebirina YNKê ya li sînorê hedu parêzgehên Silêmanî û Helebce, çend rojeke helmetekî çapemeniyê ji aliyê çend çapemeniyan ve ku bi dahata Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê ve tên xwedî kirin, li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi helmetekî kirine ku xwedê girawî kabîneya nehem tene bi jimare xizmeta Helebce kiriye û di rastiyê de ti xizmetek li bajarî tine.

Vê derbarê de mamostayê Zanîngeha Helebce Dr. Nasîh Hebîb Îskender ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çima di cîha vê helmeta çapemeniyê, parêzgar û cîgirên wî bi data û zanyariyên bi hûrgilî li gel serokê hikûmeta û cîgirê serokê hikûmetê gotûbêjên cîdî nakin û wan data û amaran naynin hember hev? Çima tene di torên civakî de mijaran derdixin pêş û aşkera dikin? Bê guman di vê mijarê de xeletî hene, lê çima tene aliyek bibe armanc? Gelo Hikûmet ma ji sê aliyan pêknehatiye (PDK, YNK û Gorran), Gelo li Helebce hikûmet û rêveberî li gel kî ye?’’

Herwaha got: ‘’Pêwîst nake kes xwe û xelkê din bixapîne. Em hemû baş dizanin vê deverê çi aliyek serdest e û biryar dayîna budce û xerckirina pareye projeyan, îdareya parêzgeha Helebce ji sê aliyan pêkhatiye. Çima yekem û duyem bêdeng û aliyê sêyem jî di medya civakî de mijaran aşkera dike? Bêguman ji ber hemû mijar kirine siyasî û şexsî ti gotin û behseke dirust jî cîhê xwe nagre û tene li medya civakî xelkê pê sor dikin. Çend rojekî tê germ kirin û dawî pê tê û ev helmete jî bi armanc e û ji bo dest şikandina siyasî ye, ne ji bo xizmeta Helebce.’’

Mamostayê Zanîngeha Helebce got: ‘’Ji bo rastî neyên veşartin û hikûmet û tenê partiyek nebe armanc, pêwîste bersiva rast û rewan ve rastî bên aşkera kirin, ku êdî xelkê vî sînorî neyê xapandin û berevajî kirin, hemû alî jî baş dizane vî sînorî kî serdest û desthilatdare, kî pare di dest de ye û îdare dest kî de ye, ji ber wê berpirsyarê yekem ê nebûna xizmetguzariyê di stûyê wî de ye, ne bi helmeta medyayê ve bixwazin veşêrin.’’

 

Basnews

Top