Kerîm Nûrî: Em gef nîne li ser Emerîkayê
Kerîm Nûrî, serkirde li Heşda Şeibî û endamê rêkxistîya Bedir radigehîne, hinek alî hene alîgirên Îranê ne û peywendîyên wan bi Heşda Şeibî ve nîne û berî damezirandina Heşdê jî hebûne.
Kerîm Nûrî got jî: Heşda Şeibî pişkeke ji hêzên çekdarên Îraqê û fermanan ji fermandeyê giştîyê hêzên çekdarên Îraqê werdigire. Hevdem rêkarên Emerîkayê li Îraqê bi şerek revanî dana nasîn.
Herweha wî serkirdeyê Heşda Şeibî, tekez kir ku sinûrek dûr û dirêj di navbera Îran û Îraqê de heye, wek çawa Emerîka neşyaye kontirola sinûrê xwe bike li gel Meksîkê bi wî awayî jî Îraq jî neşêt kontirola sinûrê xwe bike li gel Îranê.
Kerîm Nûrî xuya jî kir ku ew alîyên li Suryayê şer dikin hevsoj û piştîvanê Îranê ne û gefan li bingehên serbazîyên Emerîka li Îraqê dikin.
K24
