Wezîrê Derve yê Birîtanyayê: Weke herdemê em ligel Amerîkayê ne
Wezîrê Derve yê Brîtanya Jeremy Hunt îro pênçşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye: “Li ser gefên Îranê heman nirxandinên me yên weke yên Amerîkayê hene ku bi awayekî berdewam zêde dibin. Weke herdemê em ligel Amerîkayê ne.”
Herwiha Jeremy Hunt dibêje ku hefteya derbasbûyî û roja duşemê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ra civiya ye. Jeremy Hunt amaje bi wê yekê jî kiriye Amerîka û welatê Britanya li ser gefên Îranê xwedî yek helwêstê ne û danûstenidna herdu welatan berdewam dike.
Girjiya Amerîka û Îranê li herêmê zêde bûye û Îran gefa êrîşê li hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dixwe. Herwiha ji ber wê girjiyê îro Brîtanyayê biryara hişdariyê dabû hêz û hemwelatiyên xwe yên emnî li Iraq, Siûdî, Kuwêt û Qeterê.
Basnews
