Abdulhamit Gul: Qedexeya hevdîtşînan a li ser Ocalan rabûye
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul piştî hevdîtina ligel Lijneya Pêşîgirtina Îşkenceyê Ewropayê civîneke rojnamevanî saz kir û tedê ragihand ku qedexeya li ser parêzeran a bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike hatiye rakirin.
Herwiha Abdulhamit Gul aşkere kiriye Rêberê PKKê dikare hevdtînan ligel parêzerên xwe bike û qedexeya derbarê hevdîtinan da bi dawî bûye.
Parlementera HDPê ya Colemergê Leyla Guven û bi hezaran girtiyên PKKê zêdetir ji 6 mehan bi armanca rabûna tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di greva birçîbûnê da ne.
Herî dawî parêzerên Abdullah Ocalan 2ê Gulanê serdana wî kiribûn û di 6ê Gulanê da nameyeke Ocalan ji raya giştî ra aşkere kiribûn.
Şîrovekarên siyasî û opozîsyona Tirkiyê, hilbijartinên Stenbolê bi bîr dixin û aşkere dikin AKP bi minasebeta wergirtina dengên kurdan qedexeya hevdîtinan li ser Ocalan rakiriye.
Basnews
