• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Minbicê teqînek çêbû: Kuştî û birîndar hene

Li Minbicê teqînek çêbû: Kuştî û birîndar hene
Li Minbicê otomobîleke bombekirî li herdu navendên polîsê hawarçûnê û trafîkê teqiya û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûn.



Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku kesekî xwekuj bi otombîleke bombekirî êrîşî herdu navendên polîsê hawarçûnê û trafîkê kiriye û di encamê de kesekî jiyana xwe jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne û birîna yek ji wan giran e.



Li gor agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, keskê xwekuj berî ku derbasî navenda polîsan bibe, pasevanê wê gulebaran kiriye, û di nav hewşê de tevî otombîla xwe, xwe teqandiye.

Rudaw
Top