Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Qeterê yê li Iraqê kir
Serok Barzanî û Balyozê Qeterê yê li Iraqê pêwendiyên navbera welatê Qeterê û Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Roja çarşema 12ê Tîrmeha 2023an li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Hemed El Silîtî kir.
Di hevdîtinê de derbarê girîngiya pêwendiya di navbera welatê Qeter û Iraq û Herêma Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Qeter li Iraqê daxwaza welatê xwe ya ji bo vekirina konsolxane li bajarê Hewlêrê bi Serok Barzanî ragihand.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pêşwaziyê li pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan û vekirina konsulxaneya Qeterê li bajarê Hewlêrê kir.
Rewşa siyasî ya navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.
K24
