• Saturday, 14 February 2026
logo

Ereb û Tirkmenên navçeyên din li Efrînê hatine bicihkirin

Ereb û Tirkmenên navçeyên din li Efrînê hatine bicihkirin
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Erebên tevahiya parêzgeh û navçeyên Sûriyê hatine komkirin.



Di demekê de ku bi deh hezaran nişteciyên resen yên herêma Efrînê li bin konên koçberiyê û di rewşeke xerab de jiyana xwe derbas dikin, Ereb û Tirkmenên hawirde di nav mal û milkên wan de hatine bicihkirin.



Niştecîkirina bêhtirî 200 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde li herêma Efrînê, demografiya wê bi temamî guhertine.



Li Nahiyeya Bilbilê, bajarokê Bilbilê bi xwe û tevahiya gundên wê bi Ereb û Tirkmenan hatine tijekirin.



Di raportekê de, Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê dide zanîn ku li çar gundên nahiyeyê, Tirkimen hatine niştecîkirin. Li şeş gundên nahiyeyê jî Erebên ji Xûteya Şamê heta Idlibê hatine niştecîkirin. Erebên ku nû ji Hemayê û Idlibê jî derketine dest danîne ser tevahiya gundekî nahiyeyê ku bi wan Erebên hawirde tije bûye.



Li gor raporta Rêxistina navborî, li gundên Kotana, Kêla, Eşûnê û Qota, Tirkmenên hawirde hatine niştecîkirin.



Li gundên Qestela Miqdêd û Şêxurzê, Erebên eşîreta el-Fewaire ji derdora Himsê hatine niştecîkirin. Li gundên Zeirê, Heyama û Elî Bîkê, Erebên Xûteya rojhilat hatine niştecîkirin.



Li gundê Xelîlaka, Erebên parêzgeha Idlibê hatine niştecîkirin. Li nav bajarokê Bilbilê bi xwe, Erebên Humsê hatine niştecîkirin.



Li gundê Qurnê, Erebên ji eşîreta el-Izzî hatine niştecîkirin. Li gundê Ebûdanê, Erebên ku nû ji Idlib û Hemayê derketine hatine niştecîkirin.



Tevî ku bi deh hezaran Kurdên herêma Efrînê li jêr konikên peritî yên kampên devera Şehbayê koçber mane, grûpên çekdar û bi piştevaniya hêzên hikûmeta Tirkiyê bêhtirî 200 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde, ne tenê li herêma Kurdên koçber di nav mal û nivînên wan de û li ser milk û zeviyên wan niştecî kirine û demografiyaya herêma Çiyayê Kurmênc, sîma û nasnameya wê ya Kurdî ya resen bi temamî guhertine.

Rudaw
Top