• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz dike Komîsyona Iraqê serpereştiya helbijartinên parlamentoyê bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz dike Komîsyona Iraqê serpereştiya helbijartinên parlamentoyê bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi nivîseke fermî daxwaz ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê dike serpereştiya helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.

Di nivîseke fermî ya roja 10.07.2023yê ku îmzaya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser e û ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê re hatiye şandin û ji heman nivîsê nûshayên cuda ji aliyên pêwendîdar re hatiye dayîn de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye komîsyon amadebûnê nîşan bide bo serpereştî kirina helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Di heman nivîsê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku, li gor fermana herêmî ya bi hejmara 90 û biryara 26.03.2023yê biryar hatiye dayîn ku helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 18.11.2023yê birêve biçe û ji bo wê jî daxwaz kiriye Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê amadebûnê nîşan bide bo serpereştî kirina helbijartinê di dema hatî diyar kirin de, yan jî li gel helbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê ya roja 18.12.2023yê de birêve biçe.

 

Basnews

Top