• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Xwandina Bilind: Kabîneya nehem a hikûmetê destkeftên mezin bidest anîne

Wezîrê Xwandina Bilind: Kabîneya nehem a hikûmetê destkeftên mezin bidest anîne

Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî derbarê çar salên temenê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragehand, kabîneya nehem a hikûmetê bi serokatiya birêz Mesrûr Barzanî de çar salên pir destkeft ve birêve bir.

Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Aram Mihemed Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kabîneya nahem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi krîzê destbikar kir. Lê bi keyfxweşî vê kabîneyê çar salên temenê xwe bi destkeftên mezin û giring derbas kir. Yek ji wan destkeftên mezin ên kabîneya nehem vekirina herdu zanîngehên Akrê û Germiyan bû. Vekirina wan herdu zanîngehan destkeftên giringin ji bo xelkê Herêma Kurdistanê.’’

Herwaha got: ‘’Çar sal berî naha, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nav hin krîz û pirsgirêkan de dest bi karên xwe kir. Gelek aliyan dixwest ev kabîne nikaribe berdewam bike û serkeftî nebe. Bi taybet ku ez behsa Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî dikim, lê ji ber me bixwe jî nêrînên reşbîn dûrxist û bi keyfxweşî ve vê kabîneyê karî destkeftên mezin û tejî serbilindî tomar bike.’’

Wezîrê Xwendina Bilind got: ‘’Em wek Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî hemû hewldanên xwe dê bidin ji bo ku herdu zanîngehên Akrê û Germiyan bigehin armanca xwe û bibin cîhê hêvî û keyfxweşiya xelkê Kurdistanê.’’

 

Basnews

Top