Pervin Buldan ji dayikan re got “Emê bi hevre serkevin”
Buldanê di axaftina xwe de balkişand ser hilbijartîn û çalekîyên greva birçibûnê û got: “Parwerdehîyeke baş ji rêxistina gulenî standine. Kesên ne li gor wan û weke wan ne fikiri ifşa dikin. Di 31 ê Adarê hilbijartin di bin tecritê de hat pêkanîn. Bi piştgiriya leşker û polisan kodeta li hilbijartina hat kirin. Li senbolê di seri de bi destê YSKê paşê ji bi qeyyum mafê gel ji dest hat standin. Li Tirkiyeyê siyaseta Demokratîk dibin tecridê de ye. Civak hemu dibin tecritê deye. Leyla guven eve 188 roje di grevê deye. Bi hezaran girti çalekîya di diroka komarê de ya herî girseyî pêktinîn. Ji bo mirin çênebin dayikên çalekvana li ber derîyê girtigeha di xwazin dengê xwe bilind bikin. Bi ferman hukumetê li dayikan zilim tê kirin. Di meha remezanê de zilma li dayikan hati kirin her kes bu şahid. Dewleteke kuweta xwe li hemberî dayika bi kartine ne dewleteke demokrate. Navê vê faşizme. Ev dijminên mirovahîyê roj wê were wê hesap bidin. Dayikên bi rumet em bi werene û emê bi hevre serkevin.”
Ji aliyê din ve dayikên çalekvana yên tevlî kombûna HDPê bûyîn li hola HDPê rûniştin û dibêjin heta wezirê Dadê ne yê vir em hevditinê nekin em ji vir naçin. Protestoya wan ya rûniştinê berdewamdike.
Waar.tv
