• Friday, 15 May 2026
logo

HDP: Em dê bibin piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanên bindest

HDP: Em dê bibin piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanên bindest
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkefta 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyamak belav kir û têde ragihand ku ew dê bibin piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanên blindest



HDPê di peyama xwe de dibêje ew di roja Cejna Zimanê Kurdî de careke din banga xwedîderketina Kurdî dikin û heta dawiyê ew dê mafê perwerdehiya zimanê dayikê biparêzin û bibin piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanên bindest.



Di peyama HDPê de hat gotin: “Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn em dixwazin Tirkiye li gorî esasen peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatiye misogerkirin, qanûna bingehîn bê guhertin.



Ger mirov li dîrok û kûrahiya zimanê Kurdî dinihêre bêgûman rastiyeke din dibîne; ew rastî jî ew e ku parastin û pêşvebirina ziman, çand û wêjeya Kurdî tene ne ji bo gele Kurd, her wekî din ji bo tevahiya civakê dewlemendî ye.”



Di beşeke din a peyame de tê gotin: “Di vê roja pîroz de, em di şexsê Celadet Alî Bedirxan de hemû têkoşer, kedkar, şopdar û hezkiriyên zimanê Kurdî yên ku gele Kurd û zimanê Kurdî ji pişaftin, çandkujî, înkar û tunekirinê parastine bi rêzdarî silav dikin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”



15 Gulana 1932an bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan li Şamê Kovara Kurdî ya bi navê Hawarê dest bi weşanê kir. Taybetmendiya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê Kurdî bi tîpên Latînî hat xwendin û nivîsandin. Ji vê sedemê her sal 15ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Rudaw
Top