Amerîka daxwazê ji beşek karmendên xwe dike Hewlêr û Bexdayê bicîh bihêlin
Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezareta Derve ya Amerîkayê ferman daye ew karmendên karê wan ê pêwîst li balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê nîne, ji Iraqê derkevin.
Li gor daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê, xizmetguzariya vîzeya asayî hem li balyozxane û hem jî li konsulxaneya Amerîkayê bi awayekî demkî tê rawestandin.
Herwiha ragihandiye ku şiyanên hikûmeta Amerîkayê sînordar in bo pêşkeşkirina xizmetguzariya bilez bo welatiyên Amerîkayê li Iraqê.
Rudaw
