• Saturday, 14 February 2026
logo

Ellawî: Li Besra sekoyê mûşekî ya dijî hêzên Amerîkayê hatiye danîn

Ellawî: Li Besra sekoyê mûşekî ya dijî hêzên Amerîkayê hatiye danîn
Rêveberê payebilind ê Iraqê aşkera kir, li parêzgeha Besra ya başûrê welat, sekoyê mûşekî li dijî hêzên Amerîkayê hatiye danîn.

Serokê Îtîlaf a Niştimaniya Iraqê û serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Ellawî di hevpeyvînekî de ragehand, saziya îstixbarata Îsraîlê (MOSAD) ew agahî dane Amerîkayê.

Eyad Ellawî ragehand, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxwaza dîtina wêneyên îstixbaratê yên sekoyê mûşekî yê Besrayê ya li dijî hêzên Amerîkayê dîtiye û ji ber wê serdana Iraqê kiriye.

Roja 11.05.2019ê serokê milîsên Bedir û fermandarê payebilind ê milîsên Heşdî Şeibî Hadî Amrî gef li Amerîkayê xwarin û ragehand, ‘’Emê Iraqê bo hêzên Amerîkayê bikin Vîetnam.’’

Hadî Amrî bi aşkerayî di şerê navbera Amerîka û Îranê de, piştevaniya milîsan bo Îranê ragehand.

Basnews
Top