• Wednesday, 18 February 2026
logo

3 qayîxên koçber û penaberan winda ne, ji 325 kesan agahî nayê wergirtin

3 qayîxên koçber û penaberan winda ne, ji 325 kesan agahî nayê wergirtin

Li Girawên Kanarya ya Îspanyayê ji 325 koçber û penaberên Senegalî agahî nayê wergirtin û winda ne.

3 qayîxên ku koçber û penaberên ji welatê Rojavayê Afrîqa Senegalê ve diçûn bo Îspanyayê agahî nayên wergirtin û winda ne. Gruba Alîkariya Penaberan a Walking Borders ku navenda wê Îspanya ye ragehand, 3 qayîxên koçber û penaberan ên ji Senegalê ve ber bi Girawên Kanarya ya Îspanyayê ve birêketine û herî kêm 325 kes têdebûne, winda bûne û ti agahiyek ji wan nayê wergirtin.

Hat ragehandin di qayîxekî de 65 penaber, di qayîke din jî herî kêm 60 penaber û di qayîxa sêyem de jî 200 penaber hebûne. Hat ragehandin ew koçber û penaberane 15 roje winda bûne û malbatên wan jî dibêjin ku nikarin bi ti awayekî xwe bigehînin wan.

Parêzvana Mafê Mirovan û xebatkara Walking Bordersê Helena Maleno Garzon jî ragehand: ‘’Malbatên wan penaberan gelek bi nîgeran in, ji heman herêmekî Senegalê zêdetirî 300 kesan winda ne. Ew ji ber neseqamgiriya li Senegalê heye ji welatê xwe derketine.’’

 

Basnews

Top