Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya endamê mekteba rêxistina parêzgeha Kerkûk – Germiyan a PDKê Ednan Kerkûkî peyameke serxweşiyê belav kir.
Îro 10.07.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir û diyar kir: ‘’Mixabin, nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û tekoşerê nasyar û endamê mekteba rêxistina parêzgeha Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Ednan Kerkûkî geheşt min.’’
Serokê Hikûmetê ragehand: ‘’Serxweşiyê li malbat niştimanperwer, kesûkar û hevalên wî dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikim ruhê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.’’
Basnews
