• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistan – Şerê navbera du malbatan de 2 kes hatin kuştin, 9 kes birîndar bûn

Rojhilatê Kurdistan – Şerê navbera du malbatan de 2 kes hatin kuştin, 9 kes birîndar bûn

Li gundekî Rojhilatê Kurdistanê ji ber şer û pevçûna di navbera du malbatan de, 2 kes hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Îro 10.07.2023yê polîsê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ragehand: ‘’Li gundê Miyane yê li sînorê parêzgeha Kirmaşanê, şer û pevçûn di navbera du malbatan de derket û bi çekên çifte (tapir, qirme) li hev dan û ji ber wê jî du kes hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsê Kirmaşanê amaje bi wê yekê kir ku şer li ser mulk û zeviyan bûye û ji bo şer mezintir nebe, hêzên ewlehiyê 14 kes ji herdu malbatan hatine girtin.

 

 

Top