• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kabîneya Nehem bi hezaran proje ji bo vejandina binesaziya Herêma Kurdistanê cibicî kirine

Kabîneya Nehem bi hezaran proje ji bo vejandina binesaziya Herêma Kurdistanê cibicî kirine

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin daye projeyên rêyan, bi awayekî ku bûye damara vejandina sektorên din ên wek bazirganî, pîşesazî, çandinî û geştiyariyê û zêdetirî 600 proje di vî warî de, bi buhayê nêzîkî sê trîlyon dînar hatine cîbicîkirin.

Hemecurkirina jêderên dahatê û giringîdana bi sektorên giştî, armanca sereke ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Li gorî bernameya kabîneyê jî, bi guhdana rêyan, sektorên bazirganî, pîşesazî, çandinî û geştyariyê tên aktîvkirin.

Li gor amarên fermî, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 hezar û 379 projeyên giring bi nirxê 12 trîlyon û 40 milyar û 667 milyon dînar di beşên rê, av, paqijî, çandinî, elektrîk, perwerde û xizmetguzariyên serekî de cîbicî kirine.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev proje li gorî pêwîstiyên parêzgehan û îdareyên serbixwe û bê cudahî hatin cîbicîkirin.

Daneyên Encûmena Wezîran nîşan dide ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di warê cîbicîkirina projeyan û terxankirina pereyan de, di navbera ti bajar û parêzgehekê cudahî nekiriye.

Ev proje hatin cîbicîkirin û bûdceya pêwîst li gor nifûs û pêwîstiyên herêman û li ser bingeha dadperwerî, komkirina dahatan û bi berçavgirtina xizmetkirina hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bê cudahî, hatine terxankirin.

Li parêzgehên Silêmanî û Helebce û her du îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ku hejmara niştecihên wê 2 milyon û 268 hezar û 50 kes in, Kabîneya Nehem hezar û 195 projeyên cuda, bi bihayê 4 trîlyon û 234 milyar û 685 milyon dînar pêk anîne.

Di heman demê de, hikûmetê 2 hezar û 184 proje li parêzgehên Hewlêr, Dihok û îdareyên serbixwe Soran û Zaxoyê ku hejmara niştecihên wan 3 milyon û 804 hezar û 742 kes in, bi bihayê 7 trilyon û 805 milyar û 982 milyon dînar cîbicî kirin.

 

Basnews

Top