• Friday, 15 May 2026
logo

Moleta xwe kandîdkirinê bo serokatiya Herêma Kurdistanê xilas bû

Moleta xwe kandîdkirinê bo serokatiya Herêma Kurdistanê xilas bû
Moleta xwe kandîdkirinê bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê xilas bû.

Li gorî agahiyên îro saet 11:00, ew mohleta ku parlementoya Kurdistanê box we kandîdkirina wan kesên ku dixwazin bibin serokê Herêma Kurdistanê danîbû, xilas bû.

Moleta xwe kandîdkirinê ji roja 12 vê mehê dest pê kiribû. Li gorî agahiyan, di heyama sê rojan de 7 kesan xwe kandîd kirine lê heta niha tenê 5 kesan belge û CV xwe gihandine serokatiya parlementoya Kurdistanê.

Li gorî usûl û qanûnên Kurdistanê, heta du rojan mohlet hatiye dayîn bo wan kesên ku bixwazin bertek nîşan bidin. Piştî wê mohletê serok dê di nav sê rojan de û ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin.

Di nav kandîdan de şansê kandîdê PDKê Nêçîrvan Barzanî ji hemiyan zêdetir e. Ji ber ku ew di heman demê de kandîdê YNK û Gorranê ye jî.


Waar.tv
Top