• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Colemêrgê leşkerek hat kuştin

Li Colemêrgê leşkerek hat kuştin
Li herêma Serabat a Colemêrga Bakurê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê di encama êrişekê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.



Li gor medyaya Tirkiyê gerîlayên PKKê li herêma sînorî Serbata Colemêrgê êrişî baregeheke leşkerî kirin.



Li gor agahiyên destpêkê di encama êrişî de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û li herêma bûyerê hêzên ewlehî yên Tirkiyê dest bi operasyonke berfireh kirin.



Herwiha duh jî li navçeya Gever a Colemêrgê di encama êrîşekê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest dabû.

Rudaw
Top