• Saturday, 14 February 2026
logo

Çapemeniya Sûriyê: Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û HSDê dike

Çapemeniya Sûriyê: Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û HSDê dike
Amerîka navbeynkariyê hikûmeta Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dike û armanc bicîhkirina seqamgiriya Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gor nûçeya çapemeniya ser bi rejîma Sûriyê, Tirkiye û HSD dest bi guftûgoyan kirine.

Li hev nêzîkbûna Tirkiyê û HSDê bi çavdêriya Amerîkayê ve birêve diçe û li gor çapemeiya ser bi rejîma Sûriyê amaje pê dike, heta naha negeheştine asta danustan û guftûgoyên rasterast.

Rojnameya El Wetan a ser bi rejîma Sûriyê bi zimanê çavkaniyekî Rojavayê Kurdistanê ve belav kir, ku Amerîka givaş xistiye ser HSDê bo nerm tevbigere.

Basnews
Top