Kanadayê 14 welatiyên xwe ji Rêveberiya Xweser wergirtin
Rêveberiya Xweser 14 malbatên çekdarên DAIŞê radestî şandeke Kanadayê kir.
Şandeke Wezareta Derve ya Kanadayê îro Şemiyê 8ê Temûza 2023an serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.
Şanda Wezareta Derve ya Kanadayê di serdanê de 14 welatiyên xwe yên ku ji 10 zarok û 4 jinan pêk dihatin, ji Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser wergirtin.
Ew 14 kesên ku radestî şanda Wezareta Derve ya Kanadayê hate kirin endamên malbatên DAIŞê yên li kampên Holê û Rojê yên li parêzgeha Hesekê bûn.
Niha 36 jin û 15 zarokên Kanadayî di kampên HSDê de hene, her wiha 4 çekdarên DAIŞê yên Kanadayî jî di Rêveberiya Xweser de girtî ne.
Rêveberiya Xweser di 3 salên borî de hezar zarok û 400 jin ji malbatên DAIŞê radestî şandên welatên wan kirine.
Li kampên Holê û Rojê, malbatên DAIŞê yên ji 55 welatan hene û zêdetirî 55 hezar kesan in.
Rudaw
