• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hewlêr û Nashville bi fermî bûn destexwîşk

Hewlêr û  Nashville bi fermî bûn destexwîşk

Îro bajarên Hewlêr û Nashville bi fermî bûn destexwîşk û biryar bi piraniya dengan ve, ji aliyê encûmena şaredariya bajarê  Nashville ya Amerîkayê ve hate pejirandin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman li Amerîkayê ragehand, encûmena şaredariya bajarê  Nashville bi piraniya dengan ve bajarê Hewlêrê wek destexwîşk pejirandiye.

Dawiya meha Gulan a borî de, şandeyekî şaredariya  Nashville serdana bajarê Hewlêrê kiribû û hin hevdîtin û serdana ji bo cîhên cuda yên Hewlêrê encam da.

Cîhê amaje pê dayînê ye ku li  Nashville ya Amerîkayê 25 hezar kurd jiyan dikin.  

 

Basnews

Top