• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel firakisyona PDK civiya

Serok Barzanî li gel firakisyona PDK civiya

Serok Barzanî: Firakisyona PDK bi başî erkên xwe cîhbcîh kiriye.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel Firakisyona PDK li parlementoya Kurdistanê civiya û di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û stayîşa rola Firakisyona PDK kir û ragihand ku, di dema zagonsaziyê de Firakisyona PDK bi başî rola xwe lîstiye û pêbendî erkên xwe bûye.

Serok Barzanî herwiha daxwaz ji Parlementeran kir daku, berdewam bin li ser rola xwe di warên curbicur de bo xizmet kirina Kurdistanê û PDK û got: PDK hêviya sereke ya xelkê Kurdistanê ye û lazime PDK parêzerê berejwendiyên xelkê Kuridstanê, çand û rewişta bilind ya civaka Kurdistanî be.

Serok Barzanî di berdewamiya gotinên xwe de behsa rewşa siyasî ya Kurdistan, deverê û têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir.

 

 

Top