• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandeyekî PDKê ji bo ava kirina hevpeymaniyeke helbijartinê li Kerkûkê ye

Şandeyekî PDKê ji bo ava kirina hevpeymaniyeke helbijartinê li Kerkûkê ye

Doh 07.07.2023yê şandeyekî PDKê serdana çend aliyên Kurdistanî yên li bajarê Kerkûkê kir û armanca wan serdanan ava kirina hevpeymaniyekî ji bo helbijartina encûmena parêzgehan a li Kerkûkê ye.

Endamê mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê û serokê şandeya PDKê yê ji bo hevdîtinên li gel aliyên siyasî yên Kerkûkê Baqî Saleyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kerkûk ji bo PDKê bajarekî Kurdistanê yê giring e û piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê ku Kerkûkê hate dagirkirin, em kar dikin ji bo Kerkûk ji wê rewşa xirab derbixin.’’

Herwaha got: ‘’Wek PDK li Kerkûkê me serdana Komela Dadgerî û Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Gorran û Tevgera Îslamiya Kurdistanê kir. Li gel wan aliyên siyasî ku me bi cuda cuda serdana wan kir, gotûbêja pirsa helbijartinên encûmena parêzgehan me kir, ku em çawa bikarin di vê helbijartinê de lîsteya kurdî bihêz bikin û dengê kurdan li Kerkûkê belav nebe û em dixwazin ew aliyên siyasî yên vê lîsteya ku em pêkve beşdar bin û em li benda bersiva wan aliyan dikin ji bo hevpeymaniyê.’’

Biryare roja 18ê Mijdarê helbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê bi Kerkûkê ve birêve biçe.

PDK û aliyên Kurdistanî biryar dane beşdarî helbijartina li Kerkûkê bikin û hemû navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê de beşdar bibin.

PDK ji naha ve li Kerkûkê kar dike ji bo ava kirina hevpeymaniyekî ku helbijartinê de dengên kurdan ên li parêzgehê belav nebe.

 

Basnews

Top