Fuad Husên û Hakan Fîdan Konferansa Sêyem a Bexdayê ya Navdewletî bo Hevkarî û Hevbeşiyê gotûbêj kirin
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, amadekariyê dikin ji bo sazkirina Konferansa Sêyem a Bexdayê ya Navdewletî bo Hevkarî û Hevbeşiyê, herwiha Tirkiye jî daxwaza sazkirina konferanseke herêmî dike ji bo piştevanîkirina Iraqê.
Îro Pêncşemê 6ê Tîrmeha 2023an, Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, roja çarşemê 5ê Tîrmeha 2023an, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li civîna wezarî ya welatên Tevgera Bêalî ku li Bakuya paytexta Azerbaycanê birêve diçe, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtin kirine û di civînê de mekanîzmayên bilindkirina hevkariyên dualî û hevahengiya stratejîk a navbera herdu aliyan gotûbêj kirine.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku herdu alî hevnêrîn bûne li ser jinavbirina terorê û piştevanîkirina asayîş û seqamgîriya navçeyê û derçûna ji tengasî û qeyranan û pêkanîna pêşveçûna welatan û gelên navçeyê û sûdwergirtina wan a ji çavkaniyên xwe.
Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir ku Wezîrê Derve yê Iraqê bal kişandiye ser wê yekê ku niha Iraq bi amadekariyên sazkirina Konferansa Sêyem a Bexdayê ya Navdewletî bo Hevkarî û Hevbeşiyê ve mijûl e, ku li ser wan mijarên ku pêwendiya wan bi welatên cîran re heye, di nav wan de jî mijarên ewlehiyê û aştiya navçeyê û dîtina mekanîzmayên guncaw ji bo çareserkirina wan.
Herwiha li gor daxuyaniyê, Wezîrên Derve yên Iraq û Tirkiyê derbarê Kampa Holê de jî gotûbêj kirine, ku malbatên çekdarên DAIŞê tê de ne, herwiha pêwîst dîtine ku nişteciyên wê kampê werin veguhestin û rûbirûyî wan astengiyan bibin ku pêwendiya wan bi wê dosyeyê heye.
K24
