• Wednesday, 18 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê- Heta niha 421 hezar ton genim ji aliye siloyan hatiye wergirtin

Herêma Kurdistanê- Heta niha 421 hezar ton genim ji aliye siloyan hatiye wergirtin

Rêveberê Giştî yê Bazirganî yê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên wergirtina genim ji cotkaran eşkere kir.

Rêveberê Giştî yê bazirganiyê Newzad Kamil ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji destpêka proseya wergirtina genim ji cotyaran li siloyê heta îro, 421 hezar ton genim hatiye wergirtin, ku nêzîkî 500 hezar ton hatiye diyarkirin. .

Herwiha Newzad Kamil got: "Daweya wergirtina genim ji cotyaran di siloyan de 15/7/2023 ye û tiştek bo dirêjkirina wê muhletê nemaye û em di wê baweriyê de ne ku heta wê demê dê giştiya genim bê wergirtin."

Di berdewamiyê jî de Newzad Kamil dibêje: “Îsal cotyaran ji wê çendê zêdetir genim berhem anîne ku ji aliyê siloyan hatine wergirtin, lewma ew genimê zêdê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çend kompanyayan re li hev kiriye ku bi buhayekî guncaw bikirin.”

Top