Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Îşkence kirina ciwanên Êzdî li ser şeqamên Mûsilê nayê qebûl kirin
Wekîlê Mîrê Êzdiyan ragehand, îşkence kirina ciwanên Êzdî li Mûsilê em şermezar dikin û daxwaz ji saziyên ewlehiyê û dadgehê dike, lêpirsîn û pêkanînên tund li hember wan kesane divê bê kirin ku ciwanên li ser şeqaman îşkence didin.
Wekîlê Mîrê Êzdiyan Mîr Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sala 2014ê terorîstên DAIŞê nav Mûsilê de ciwanên Êzdî îşkence dikirin û dikuştin. Naha li ser şeqamên Mûsilê û li berçavê xelkê ciwanên Êzdî îşkence dikin û kes jî nikare berevaniyê lê bike. Ev kiryar li her navçeyekî ser bi parêzgeha Mûsilê bê kirin, metirsîdare û wisa dike ku Êzdî li Mûsilê bên dûrxistin. Pêwîste ev mijara wisa bê dengî neyê derbas kirin û ew kes divê ji aliyê saziya ewlehiyê ve bi tundî bên ceza kirin.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Pêwîste rêxistinên mafê mirov derbarê dosya îşkence kirina ciwanên Êzdî de li ser şeqaman bêdeng nemînin û helwêstê wan hebe. Ji ber eger ti helwêstek nebe, tirs dê ji bo Êzdiyan çêbe û nikarin serdana Mûsilê bikin.’’
Mîr Cehwer Elî Beg got: ‘’Rêveberiya polîsê Mûsilê derbarê wan dosya de hatiye agahdar kirin û me jî pêwendî li gel polîs pêkaniye, ku dûvçûnê li ser bikin û nabe xelk bi roj û ronahî li ser şeqaman û li berçavê hemwelatiyan bên îşkence kirin û ev yek nayê qebûl kirin.’’
Rudaw
