Henar Teha: Serokê Hikûmetê pîrozbahî li min kir û ev diyariya herî mezin a cîhanê ye ji bo min
Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek nûnertiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana xwandevar Henar Teha ya yekem ser asta Herêma Kurdistanê ya qonaxa 12 ya wêjeyî kir, herwaha mifte û kilîla xaniyekî pêşkeş kir ku Serokê Hikûmetê ji bo wê kiribû diyarî.
Îro 05.07.2023yê Wezîrê Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Alan Hemeseîd wek nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana mala xwandekara yekem a beşa wêje li qonaxa 12 ya amadeyî li ser asta Herêma Kurdistanê Henar Teha kir û ragehand: ‘’Bi nûnertiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kak Mesrûr Barzanî em hatin vê derê û duh ferman da ku em serdan bikin û diyariya Serokê Hikûmetê jî me pêşkeş kir.’’
Herwaha got: ‘’Peyama Mesrûr Barzanî ji aliyê menewî ve ew e, ew kesên xwedî îrade ne, ji qonaxên giran derbas dibin û digehin armancên bilind, pêwîste ji bo armancên bilindtir piştgirî û piştevanî li wan bê kirin.’’
Wezîrê Perwerde diyar kir: ‘’Serokê Hikûmetê diyar û xelat pêşkeşî hemû yekeman dike, lê çîroka Henar Tehan cuda bû. Gelek peyam bo hemûyan têde bû, ji aliyê Serokê Hikûmetê ve peyam û aliyên menewî gelek giring e, bo wan kesên xwedî îrade ne.’’
Dr. Alan Hemeseîd ji Henar Teha re got: ‘’Naha şahjinê ekran û şaşeyan tu yî û îrade û şiyana xwe te nîşan daye û nîşanî herkesi didî, merc nîne her derfetek hatibe ava kirin, lê êdî tu dê serkeftinê bidest bînî.’’
Ji aliyê xwe ve Henar Teha jî spasiya Serokê Hikûmetê kir û got: ‘’Serokê Hikûmetê pîrozbahî l imin kir, ev diyariya herî mezin a cîhanê ye ji bo min û ez wisa dizanim hemû cîhan naha li pêş min e.’’
Basnews
