• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Dêra Zorê xwepêşandan li dijî hebûna HSDyê û hêzên Emerîkî gurtir bûne

Li Dêra Zorê xwepêşandan li dijî hebûna HSDyê û hêzên Emerîkî gurtir bûne
Li bajarê Dêra Zorê xwepêşandan li dijî hebûna HSD`ê û hêzên Emerîkî di çend rojên dawiyê de gurtir bûne, hin siyasetmedar dibînin rola rêcîma Sûriyê di van buyeran de sereke ye, hin din jî dibînin ev xwepêşandan metirsiyan li ser jiyana hevbeş peyda dike.

Ji beriya çend rojan li bajarê Dêra Zorê xwepêşandanên li dijî hêzên Sûriya Demuqrat HSD`ê gurtir bûne, ku têde doza bidawîkirina dagîkerina Kurdan ji bajêr dikin, li gorî axaftinên wan.

Xelkên xwepêşandêr bi tevahiya xwe Erebin û di siloganên xwe de gefan li Kurdan dixun ku dê buyerên 12`ê Adara 2004an dûbare bikin.

Li gorî hin siyasetmedarên Kurd rola rêcîma Sûriyê serekeye di van xwepêşandanan de û eger HSD`ê çareyan jê re nebîne dê bandorên wê bighêjin deverên Rojavayê Kurdistanê jî.

Şerê HSD`ê li dijî Da`işê û kontrolkirina wan ji herêmên Ereb nişîn re rastî gelek rexneyan ji aliyê hin hêzên siyasî ve dihat, nemaze ku deverên mîna Dêra Zorê û Reqayê bandora Eşîran têde gelekî heye, hin siyasetmedarên Kurd dibînin jî ku ji ber bicîkirina bercewendiyên partîtî xelkên Dêra Zorê helwestên tund ji Kurdan bi tevahî didin, û ev yek dê metirsiyan li ser jiyana hevbeş bike.

Ji destpêka têçûna Da`işê di Sûriyê de xwepêşandan li dijî hebûna hêzên HSD`ê û Emerîka li herêmên Dêra Zorê li dar dikevin, lê di çend rojên dawiyê de di van xwepêşandanan de helwestên tund li dijî Kurdan têne nîşandan, di demekê de serkirdên HSD`ê rêcîma Sûriyê û Turkiyê bi peydakirina pirsgirêkan di herêmê de tawanbar dikin.

Top