• Saturday, 14 February 2026
logo

Rojnamevanekî nêzîkî Erdogan: Erdogan dê zimanê xwe li hember kurdan biguherîne

Rojnamevanekî nêzîkî Erdogan: Erdogan dê zimanê xwe li hember kurdan biguherîne
Rojnamevanekî nêzîkî serokê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan dibêje, Erdogan ji ber xatirê hilbijartinên Stenbolê dê siyaset û zimanê xwe li hember kurdan biguherîne.

Rojnamevanê nêzîkî Erdogan, Abdulqadir Sevlî li ser amadekariyên Erdogan û AKPê bo hilbijartinên 23 Hezîran yên Stenbolê gotiye, Erdogan dest bi xebatên hilbijartinên Stenbolê kir.

Sevlî daye zanîn, Erdogan roja îniyê (10 vê mehê) bi endamên desteya rêveberiya AKPê re civiyabû. Di civînê de behsa hilbijartinên Stenbolê hatibû kirin. Yek ji mijarên rojeva civînê, dengên kurdan bû. Di civînê de li ser çawaniya bidest xistina dengên kurdan hatibû axaftin.

Wî rojnamevanê nêzîkî Erdogan aniye ziman ku Erdogan dê di çarçoveya “Tifaqa Tirkiyê” de xebatên hilbijartinên Stenbolê bide meşandin, dê zimanê xwe û siyaseta xwe li hember kurdan û dîsa xwe nêzîkî kurdan bike.

Di xebatên hilbijartinên 31 Adarê yên serokatiya şaredariyan de, Erdogan gelekî tûj li dijî kurdan dipeyivî û çend caran jî ji mezin û siyasetmedarên kurd bi taybet rayedarên HDPê re gotibû, madem hûn dibêjin Kurdistan, li vir Kurdistan nîne, li Iraqê heye, herin wir!

Abdulqadir Selvî agahiyek jî li ser serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu belav kiriye û gotiye, îhtimal heye piştî Remezanê, Erdogan wî ji APKê bavêje.

Li gorî agahiyên ku di medyaya Tirkiyê de hatine belavkirin, Davûtoglu dixwaze partiyeka nû ava bike.

Basnews
Top