Amerîka- Di encama êrîşeke çekdarî de 4 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dehşetên êrîşên çekdarî bi dawî nabin.
Li bajarê Phîladelphîa kesekî çekdar rasthatî gule reşand derdorê û di encama bûyerê de 4 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Hat ragehandin, di derbarê êrîşê de kesek hate binçavkirin.
Herwaha hat diyarkirin, li ser kesê gumanbar êlegekî tije fîşek, çekek û debanceyek hatiye derxistin.
Di derbarê sedema pêkhatina bûyera êrîşa çekdarî de ti agahî nehatin dayîn.
Basnews
