Balyozxaneya Amrîkayê daxwazê ji hemwelatiyên xwe dike serdana Iraqê nekin
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê di rûpela xwe ya fermî da daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê da hatiye gotin ku ji ber rewşa aloz a li Iraqê divê haya hemwelatiyên Amerîkayê ji xwe hebin û serdana Iraqê nekin.
Herwiha Balyozxaneya Amerîkayê çar xal bo hemwelayatiyan aşkere kirine:
Yekem: Serdana Iraqê nekin
Duyem: Li wan cihên ku weke cihên Amerîkîyan hatine naskirin dûr bisekinin
Sêyem: Zanyarîyên derbarê xwe da belav nekin.
Çarem: Bila haya we ji dorûbera we hebe
Zêdetir ji hefteyekê gefên Îranê li ser hêzên Amerîkayê zêde bûne û li ser wan gefên Îranê, Amerîkayê gelek hêzên serbazî ligel keştiya Abraham Lincoln şandiye Kendava Erebî bo bersiva êrîşên Îranê bide.
Basnews
