Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Dêra Rojhilata Aşûrî li Cîhanê kir
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û cîhanê û gefa hizra tundiyê û terora li ser asayîşa cîhanê û paşaroja mirovayetiyê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser karkirina hemû aliyek ya ji bo kûrkirina birayetî û mirovayetiya li asta cîhanê û li navbera olan de kirin.
Li beşekî dinê vê civînê de çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê bilind nirxandin û şanda mîhvan spasî Serok Barzanî kirin ku roleke mezin li parastina pêkhatan û pêşxistina birayetî û pêkvejiyanê da heye.
Waar.tv
