• Saturday, 14 February 2026
logo

Haaretz: Îran dixwaze Amerîka bikêşe nava şereke mezin

Haaretz: Îran dixwaze Amerîka bikêşe nava şereke mezin
dibêje şerê navbera her du aliyan destpê dike
Rojnameya Îsraîlî Haartez raportek derbarê aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de weşandiye û di raportê de behsa vê yekê kiriye ku egerê qewmîne şereke mezin li kendavê heye.

Haaretz di berdewamiya raporta xwe de diyar kiriye ku piştî şandina hêzên Amerîkî yên bo Kendav û welatên din yên derdorê Îranê, Îran jî dest bi amadekariyên xwe kiriye û tedbîrên pêwîst stendiye û Îran dixwaze bi her awayî be, Amerîkayê bikêşe nava şereke dijwar.

Di beşeke din ya raporta haaretz de hatiye nivîsandin ku hebûna hêzên ser bi Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê de, vê rê liber pêkanîna êrîşê ser hêzên Amerîkî xweş dike û tê payîn ku ev êrîşên han jî bibin sedema şereke dijwar di navbera Amerîka û Îranê de.

K24
Top