• Wednesday, 18 February 2026
logo

Organekî mezin ê YNKê ji Bafil Talebanî cuda dibe û xwe dide gel Lahur Cengî

Organekî mezin ê YNKê ji Bafil Talebanî cuda dibe û xwe dide gel Lahur Cengî

Ji ber nîgeraniyên li hember guhnedana daxwazên wan organeke mezin ê YNKê binkgeyê xwe dadixin û dest ji YNK ya Bafil Talebanî berdidin û biryare piştî rêkeftinê xwe bidin gel hevserokê YNKê Lahur Cengî ku eniyekî siyasî pêkbînin.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyekî agahdar ve bidest xistiye, nîgeraniyekî zêde di nav ‘’Komeleya Pêşmergeyên Kevin a YNK’’ de çêbûye û piraniya wan jî nerazîne, li sînorê Helebce, Pênciwên, Şarezor û Erbetê.

Nîgeraniya ku heye ji ber wê yekê ye ku 3 sale Pêşmergeyên kevin ên YNKê di rewşeke xirab a darayî û kêm mûçeyî de ne û çend carekan jî xwepêşandan kirin û daxwaz li rêveberiya YNKê kirin ku pirsgirêka wan çareser bikin. Lê heta naha pirsgirêka Pêşmergeyên kevin ji aliyê wê partiyê ve nehatiye çareser kirin. Ji ber wê biryar dane ku helwêst nîşan bidin.

Heman çavkaniyê ji BasNewsê re aşkera kir, ew kesên ku nerazîne, hejmara wan gelek zêde ye û piştî daxistina binkeyê ‘’Komeleya Pêşmergeyên Kevin a YNKê li Helebce’’ dixwazin li gel hevserokê YNKê Lahur Cengî bicivin û gotûbêjê derbarê ava kirina eniyekî siyasî li hember YNK ya Bafil Talebanî bikin.

Vê derbarê de endamekî wê Komeleyê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Zêdetir ji 3 sale me daxwaz ji rêveberiya YNKê kiriye, ku guhê wan li ser Pêşmergeyên kevin be, rewşa me ya darayî gelek xirabe, mûçeyên me ji 300 heta 700 hezar dînar e. Herwaha Pêşmergeyên me yên kevin hene birîndare û ji ber rewşa wî ya darayî xirabe şiyana çareseriya nexwaşiya xwe jî nikare bike. Ev me çend caran daxwaz ji YNKê kir wan pirsgirêkan ji bo me çareser bike, lê heta naha pirsgirêkên me çareser nekirine. Ji ber wê me biryar daye hemû çalakî û tevgera xwe ragirin û heta binkeyê xwe jî dadixin û em azadin serdana kî bikin û piştevaniyê li kî bikin.’’

 

Basnews

Top