• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji Ferhad Kerkûkî bo YNKê: We Kerkûk firot

Ji Ferhad Kerkûkî bo YNKê: We Kerkûk firot

 Şandeyekî YNKê serdana wan cotkarên Kurd û Tirkmen ên li sînorê Topzawa ya Kerkûkê dikin, ku zêdetirî mehekî ye li dijî dagirkirina zeviyên xwe di çalakiyê de ne. Endamê mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê jî radigehîne, ew ereb kirin û tiştên ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî dike, hemû bi piştevaniya YNKê dike.

Endamê mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyan a PDKê Dr. Ferhad Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber xiyanetkarên 16ê cotmehê, cotkarên navçeyên Kurdistanê ew bela hate serê wan. Eger berî wê li Kerkûkê desthilat dest kurdan de bû. Heta dest kurdan de jî bû, ne kurd û ne ereb û ne jî tirkmen xedir li wan nedihate kirin. Lê piştî 16ê cotmehê dagirkirina zeviyên kurdan destpê kir û heta naha jî ji ber piştevaniya hin rêveberên YNKê ya ji parêzgarê sepandî yê Kerkûkê re, ew parêzgar bi yasayên Partiya Beis ve mijûlê çêkirina pirsgirêkane li bajêr.’’

Herwaha got: ‘’Naha Kerkûk hatiye dagir kirin. Ji ber xiyaneta 16ê cotmehê ew bajare tê ereb kirin, êdî hûn ka ji bo me bibêjin, hûn dê çawa piştevaniyê li cotkarên Topzawa bikin?’’

Ferhad Kerkûkî bi ecêbmayî dibêje: YNK bixwe li Kerkûkê piştevaniyê li hemû reftarên Rakan Cibûrî dike. Çawa naha tê bangeşeya piştevanî kirinê li cotkaran dike, kesê ku xedir û neheqiyê li wan cotkaran dike Rakan Cibûrî bixwe ye. YNK bixwe sedemê serekî yê wan bela û reftarên xirabe, ku li Kerkûkê heye. Naha bi civîneke çapemeniyê ve nikare wî tiştî veşêre. Bi taybet xwestin Silêmaniyê jî wek Kerkûkê bifroşin, êdî piştevaniya cotkarên çi û halê çi?’’

 

Basnews

Top