• Wednesday, 18 February 2026
logo

51 koçberên din canê xwe ji dest dan

51 koçberên din canê xwe ji dest dan

Qayîqa wan binav ketiye.

Li gor çapemeniya cîhanî îro li peravên welatê Mexrîbê qayîqek ku, hijmareke zêde koçber têde bûne û xwestiye wan bigehîne peravên Îspaniyayê li behra spî binav ketiye.

Di encama vê bûyerê de herî kêm 51 koçber ku, 3 ji wan zarok û 11 ji wan jî jinin bi giştî 51 kes canê xwe ji dest dane û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Derbarê hijmara wendahiyan de ti zaniyarî li berdest tuneye.
 

 

Rudaw

Top