• Saturday, 14 February 2026
logo

Fermana ku Ebadî li dijî cotkarên Kurdistanê dabû, hat betalkirin

Fermana ku Ebadî li dijî cotkarên Kurdistanê dabû, hat betalkirin
Endameka berê ya parlementoya Iraqê ragihand, fermana serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî li dijî cotkarên kurd hat betalkirin.

Endama berê ya firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Neda Enter ji BasNewsê re got, piştî ku şandeka hikûmeta Kurdistanê çû Bexdayê û bi Wezîrê Bazirganî yê Iraqê Mihemed Haşim El Anî re hevdîtin kir, El Anî ji şanda Kurdistanê re gotibû dê fermana serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî li dijî cotkarên Kurdistanê betal bike.

Neda Enter her wiha got, Ebadî ne tenê biryar dabû diravê genim yê cotkarên Kurdistanê nede, bûdceya Kurdistanê jî qut kiribû û gumrik danîbû ser wan tiştên ku ji Kurdistanê derbasî deverên başûr û navîn yê Iraqê dibûn. Lê tevahiya wan ferman û biryaran hatin betalkirin.

Parlementerê kurd li parlementoya Iraqê Nadir Herkî jî ji BasNewsê re got, biryar û fermanên Ebadî yên li dijî kurd, hemû bi hevtêgihîştina Hewlêr û Bexdayê hatine betalkirin, ji ber wê jî pêwendiyên her du aliyan dê hîn baştir bibin.

Basnews


Top